NAVENDA NÛÇEYAN
Rastiya tevlîbûnê rastiya jiyaneke nû ye, ji ber ku tevlîbûna jiyana gerîla tê wateya tevlîbûna jiyana azad e. ji ber ku azadî bi şikandina qeyd û bendên kuletiyê destpêdike û ketina ser rêya welatê agir û rojê hîn bêtir wata xwe mezintir dibe. Her şervenek ji şervanên azadiyê mîna pepûleyan ji bona gihiştina jiyana azad, bê ku dudilî jiyanbike û li paş xwe meyzêne xwe tavêje hembêza agirê azadiyê û ji bona hûnandina rojên sermedî û bê hempa bi qêrîna azddiyê li ser bedena dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn dikole.
Zane Dîlan jî yek ji van şervanê Rêber APO û şopdarê rêya azadiyê ye. Ji ber vê yekê û ji bona ku ew hemû hêvî û xeyalên xwe yên azadiyê pêkbîne, biryara xwe dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Zane Dîlan di Îlona sala 2009’an de beşdarî nava refên gerîla dibe, jiyan û tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re jî weha tîne ser ziman.
Koçberiya ber bi bajarên tirkan ve
Zana dîlan ji beriya ku tevlî nava refên gerîla bibe, li bajarên tirkan hem dixwend û hem jî kar û xebat di nava ciwanan de dida meşandin. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû ji ber wê, ew î di naskirin û tevlîbûna ji nava refên gerîla re zêde zorî û zehmetî jiyan nekir. Ji ber ku gundê me li gorî bav û kalê min digotin; di sala 1980’an de ji milê dijmin ve hatibû şewitandin û kavilkirin. Ji ber vê yekê malbata zana dîlan koçberî bajarên tirkan dibin, ji ber vê yekê malbat heyanî astekî bi axa xwe ve girêdayî bû û xwedî zanebûna dîrok û nasnameya xwe bû.
Li ser vî bingehî bandora malbatê heyanî astekî li ser me jî bibû û herçiqasî em di temenekî biçûk de li navbera 6-7 salî ji Kurdistanê koçber bibûn. Lê em berû ku derê jî diçûn me ew çand û kelepora xwe ya resen diparast. Lê bandora qabtalîzmê heyanî astekî li ser me hebû û em bi bandor dikirin. Ji ber ku herçiqasî ku tu bibêjê ez welatparêzbûm û min çanda xwe diparast, lê bive neve bandora qabtalîzmê li ser me çêdibû. Ji ber ku bandora wê bi rengekî kûr û zirav li ser me dikir û ev bandor ji malbatê bigre û heyanî dibistan û jiyana ji derveyî male û dibistanê li ser her rexê jiyana me hebû û mirov dikare bi dirêjbûna 24 demjimêran bandora wê li ser me hebû.
Li bermaberî êrîşên qaptalîzmê rêbazên tekoşîn û xweparastinê
Li gorî vê yekê Zana Dîlan ji bona rê û rêbazên xweparastina li bermaberî êrîşên qabtalîzmê dîtinê xwe weha tanî ser ziman. Ji ber ku ew bi xwe xwendevan bû û li zankuyê dixwend, beşê ku dixwend jî girêdayî radyo, sînema û telfizyonê bû, ji ber wê di derheqê çanda qebtalîzmê ji lîbralîzmê bigre û heyanî bandora ku raste rast li ser kesayetê dide meşandin û çanda popolîzim a ku li ser civakê heyanî astekî bandora xwe heye, bi taybet jî di nava xwendekarande ev yek bi rengekî ber bi çav tê xuyakirin. Ji ber van hemû sedemên ku min destnîşankirîn, mirov xwe çiqas li hemberî van êrîşan parastibejî, lê bê goman bandor heyanî astekî hatiye kirin.
Bi naskirina tevgera PKK’ê re rewşa kesayet û civakê
Herçiqasî ku em xwendevanbûn û me di xwendina xwe heyanî zankuyê berdewamkir, lê zanebûna me têrê nedikir ku em rastiya şerê taybet yê ku pergal li hemberî me dide meşandin derxînin zanebûnê û li hemberî wê şer bidin meşandin, ji ber ku em xwe heyanî astekî di bin bandora wê pargalê de bûn. Lê bi naskirin bîrdozî, jiyan û çanda PKK’ê re rewşa jiyana me bi tevahî hate guhertin û em ji gelek tiştên ku li derdorê me dihatin jiyankirin û bandora xwe yekser li ser me dikirin hayil bûn û mîna ku mirovek ji nava xewn û xeyalan dakeve ser zemînê rasteqîna jiyanê, em jî bi naskirina PKK’ê re em jî ketin ser rêya jiyaneke nû û êdî me li her tiştî bi çavekî cuda dimeyzand. Li gorî vê yekê piştî ku Zana Dîlan naskirina wî ji tevgera PKK’ê re çêdibe û dikeve nava kar û xebatê ciwanan de, hîn bêtir nêzî rastiyên jiyana PKK’ê dibe û her dixwaze ku van rastiyên heyî di nava hemû şagirtên dibistanê de jî belavbike. Ji ber ku di bin bandora şerê taybet û serweriya dijminekî de û bi dirêjiya 24 demjimêran ne tiştekî hesane ku mirov xwe ji wê bandore rizgarbike. Ji ber ku dijmin hem ji milê çandî, civakî , aborî û hemû rexên girêdayî jiyanê bandora xwe li ser me dikir. Li gorî vê yekê dijmin li her deverî hem bi rêya çewsandinên fîzîkî û hem jî bi rêya sîxuê xwe fersend nedida ku mirov bi hesanî kar û xebatê bide meşandin û xwe ji bin bandora gergalê rizgarbike û her dixwest ku hemû deriyan li pêşiya ciwanan biger û nehêle ku ciwan li dîrok û rastiya xwe vegerin û rastiya nebenî ya pergala serdest nasbikin.
li bermberî şerê taybet berxwedana ciwanan!
Li gorî ku Zana Dîlan dide xuyakirin, pargala serdest ji her milî ve serdestî û çewsandina xwe li ser ciwan, jin û civakê dide meşandin û bi hemû rengan vê siyaseta qirêj dide meşandin, ji îşkence û binçavkirinê bigre heyanî kuştinê jî dide meşandin. Ev yek hate serê me bi xwe jî û dema ku me xwest ku em di hindirê zankuyê de bi zimanê xwe bipeyîvin û bixwînin em rastî gelek lêdan û îşkenceyê hatin. Ji ber ku sistema ser dest bi hemû rê û rêbazên ku dide meşandin dixwaze civaka Kurd mîna kerîkî pez bi rêve bide meşandin û tişta ku dilê wî dixwaze bi serê vê civakî bide meşandin. Ji ber vê yekê Zana Dîlan helwesta dewleta tirkan û şerê wê yê taybet ê ku li hemberî ciwan û jinan tê meşandin bi kulekirina û bê îradebûna civaka ve ev yek da girêdan. Ji ber ku asta tekoşîna ku gelê Kurd gihiştiyê dewleta tirkan kiriya nava tirs û xofeke mezin de, ji bona vê ew mîna marekî birîndar lê hatî ye û êdî serê xwe li dîwaran dide. Lê ew çi bike bile bike, ji ber ku çara vê yekê nîne, gelê Kurd jî ne ew Kurdê berê ye û heyanî astekî gelê Kurd bûye yek û êdî dijminê xwe beş naskirî ye û rêya xwe ya azadiyê jî baş naskirî ye. Li ser vî bingekî hevalê Zane Dîlan anî ser ziman ku ji ber wan xwestî ye di hindirê zankuyê de bi zimanê xwe biaxivin û daxwaziyên xwe yê serbestkirina zimanê zikmakî anîne ziman, ji ber vê yekê ew avêtine hindirê zindanê de û şeş mehan di zindanê de jiyana xwe derbaskirî ye.
Zindan cihê berxwedan û avakirina kesayetê ne.
Jiyana zindanê ji bona min bû ezmûneke gelek mezin, ji ber ku min di hindirê zindanê de hîn bêtir kesayet û hêza xwe ya tekoşîn û berxwedanê hîn bêtir naskir û ez dikarim bibêjim ku ketina min a zindanê bû sedemê tevlîbûna min ji nava refên gerîla re bû. Ji ber ku min di hindirê zindanê de hîn bêtir rastiya sistema serdest naskir û hîn bêtir rastiya şerê taybet yê ku li bermaberî civak û ciwanên Kurdan tê meşandin derxiste zanebûnê û girtîgeh ji bona min bû bingeh ji bona gihiştina bîrdozî û hîn bêtir naskirina kesayetê. Li gorî ku Zana Dîlan anî ser ziman dema ku ew di nava pargalê de bû, gelek rastiyên heyî herçiqasî ku bi çavê xwe didît û pêre jiyandikir, lê dema ku ew di hindirê girtîgihê de û bi dirêjiya şeş mehan hîn bêtir rastiyên girêdayî pergala serdest û şerê wê yê taybet derxiste zanebûnê û xwe li beramberî wê pergalê jî hîn bêtir hazir û amedekir. Ji ber ku dema mirov hîn nêzîkî dijminê xwe dibe û rastî hemû rêbazên ji derveyî mirovahiyê yên ku li beramberî mirov têne meşandin tê, bê goman wê demê hîn zêde hêza vîn û tekoşîna mirovan derdikeve pêş û tişta ku tê meşandin mirov nikare bipejirîne û li bermaberî wê şer û tekoşînê nede meşandin.
Ciwantî azdî ye!
Li gorî ku zane Dîlan dayî xuyakirin, dijmin ji derveyî dîwarên pergala ku dayî avakirin, fersendê jiyanê nade tu kesî. Ji ber wê jiyan li mirovan kirî ye mîna dojehê. An tê vê jiyana ku ajal jî napejirînin bipejirîne, an jî jiyan di nava vê pergalê de ji bona te nîne. Ji ber vê yekê mirovê ku bixwaze bi romet û azad bijî pêwîste ku berxwedan û tekoşînê bide meşandin û xwe bighîne çiyayên azad. Ez jî mîna gerîlayekî HPG’ê neha cihê xwe li serê çiyayên azad û di nava şervanên azadiyê de digrim. Li gorî vê yekê bengewaziya min ji bona ciwanan ew ku di giraniya kar û xebatên ku didine meşandin de bin, ji ber ku meşandina şer û tekoşînê li bermberê dijminekî ewqas zalimane ne tiştekî hesane û mirov nikare vê yekê bi kesayeta ku sistemê bi xwe dayî avakirin pêkbîne. Li gorî vê yekê pêwîst e ku ciwan hîn bêtir rastiya sistema serdest nasbikin, li bermaberî wê jî rê û rêbazên şer û tekoşînê jî hîn bi rêk û pêk bidin meşandin. Ji ber ku hemû meseleyê şer û tekoşînê, pêwîst e ku bi kûrahî û ziraviya xwe li ber çavan werin girtin, ger ku bi wî rengî nebe, ew şer û berxwedan ne gengaze ku serkeftinê bi xwe re bîne holê. Ji ber vê yekê dema ku mirov rastiya jiyana PKK’ê dide ber çavan û vê bandora wê li ser civakê binirxîne, wê demê mirov dikare bibêje; heyanî ci astê rastiya jiyana gerîla û PKK’ê û Serokatiyê ji milê civakê ve drketî ye zanebûnê û li gorî wê tevgera hemû beşên civakê bi rê ve dimeşe. Ji ber vê yekê pêwsît e ku her mirovekî Kurd û bi taybet jî her ciwanekî Kurd vê yekê ji xwe bipirse û jiyana xwe li gorî wê di ber çavan re derbasbike.
Ango pêwîst e ku ev çand were jiyankirin û bibe malê ker kesî, li gorî wê geleke mirov xwe tevlî kar û xebatê bike û hêza xwe mezintir bike. Mesele ne ew e ku mirov tevlîbûneke bê fikrandin an jî bi çavkorî çêbike, lê ji berî her tiştî pêwîst e ku mirov rastiya jiyan, bîrdozî, felsefe û hevaltiya PKK’ê û Serok APO nasbike û dema ku me ev yek naskir wê demê kes nikare rêya me ya azadiyê bige û li gorî xwe me bimeşîne. Ji ber ku ev çand hêza xwe ji mirovatî, bîrdozî û cewherê xwe yê wekhevî û azadiyê digre. Lê ev hemû nirxên heyî jî bi rengekî hesanî nehatine avakirin, ji ber ku hemû bi nirxê xwîna şehîd, Serokatî, gerîla û gelê berxwedêr hatiye avakirin û bi bedelên giran buha hatiye avakirin. Li gorî vê yekê dema ku mirov li dîroka xwe û bi taybet jî li dîroka PKK’ê lêkolîn bike mirovê bi rengekî baş vê rastiyê bibîne. Ji ber ku em di her rojekî de şehîdan didin û her posteke axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatî ye avdan. Dema ku ev hemû yek neyên naskirin, bê goman tevlîbûneke bi hêz û rast drnakeve holê. Her ciwanê Kurd geleke zincîrên kuletiyê biqetîne û mîna mirovekî azad tevbigere û vê jiyana ku ji mirinê xirabtir e ji bona xwe nepejirîne. Ji ber wê Zane Dîlan anî ser ziman ku her ciwanê Kurd yê ku ji bona xwe jiyana kuletî û bindestî nepejirîne, pêwîst e ku berê xwe bide çiyayên azad ji ber ku çiya cihê mirovên azad û bi romet e.
Li gorî vê yekê dema ku em li roja me ya îro jî dimeyzênin, li beramberî hemû hewldanên me yên aşîtî û çareseriyê lê sistema serdest û pergala qebtalîst ji derveyî şidet, îşkence, tesfiye û şer bi tu zimanê din nizane û mîna mirovê ku çavê xwe ji hemû rastiyên heyî biger dimeşe û derdorê xwe xiradike û jiyan li gelê Kurd kirîye mîna dojehê, li milekî oparesyonên siyasî û leşkerî bê navber didomin, li milekî din jî vîna gelê Kurd li ber çav nayê girtin û mîna mirovan lê nayê meyzandin. Dema ku her Kurdek û bi taybet her ciwanekî Kurd vê yekê nebîne û ne nirxîne û tekoşînê li hemberî wê neke, tê wê wateyê ku rastiya pergalê nehatî ye naskirin û ew jiyana koletî ji bona xwe pejirandin e.
Di dawiyê de Zane Dîlan bawerî, hêvî û haziriya xwe ji bona tekoşîn û berxwedanê anî ser ziman û ji bona hemû ciwanê Kurd da xuyakirin ku pêwîst e her tim hazir û amedebin, ji ber ku em derbasî rewşeke nazik û hesas dibin, dema şerê şoreşgerî, ango dema şerê hebûn û tunebûnê dema serferbelikê û geleke her ciwanekî Kurd cihê xwe di nava vî şerî de bigre û ji bona gelê Kurd rojên dîrokî bi dengê azadiyê li ser bedena Cûdî, Zagros û Gabarê xêzbikin.
Bi hêviya rojên xweş û azad.
Hamid Dêrik
Çavkanî: HPG-Online