BERLÎN – Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Ciwanên Şoreşger ji bo bal bişkinê li ser berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine destpê kirin, afîşan li gelek kolanên Berlinê daliqandin.
Li gelek navendên kirîn û firotin, û kolanên navendî afîşên bi weneyên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatin daliqandin. Li ser afîşan armanc û daxwazên çalakiyan jî hatibûn rêzkirin. Afîşan bala gelek kesên ku bi piya derbas dibûn dikşand.