EFRÎN – Li gorî agahiyên heremê, artêşa Tirk û çeteyên wê vê sibê, saet ji 07:20’ê û vir ve Til Rifatê bi dijwarî dide ber topan.
Hate ragihandin topbaran ji gundê Kefer Xaşir a Ezazê tê kirin û heta niha ji 20 topan zêdetir li navenda navçeyê ketine.
Li navçeya Til Rifatê ji 25 hezar kesî zêdetir sivîl lê dijîn.