AMED – Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Agît Yildiz ê 22 salî 79 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Yildiz, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir. Yildiz, 4 sal in girtiye û 14 sal ceza lê hatiye birîn. Yildiz bi telefonê li malbata xwe geriya û destnîşan kir ku çalakiyên malbatên girtiyan ji bo wan pir watedar e. Yildiz, diyar kir ku divê gel li dor malbatan bibin xelek û got: “Li zindana berxwedanek heye. Divê hêla wê ya civakî mezintir bibe da ku çalakiya me bi ser bikeve. Dayik ji bo me hişmendiyeke dîrokî ye, manewiyat e. Tenêhiştina dayikan ne ehlaqî û ne jî wijdanî ye.”
5 GIRTÎ DI ROJIYA MIRINÊ DE NE
Yildiz, bi bîr xist ku di 10’ê Gulanê de koma duyem ketiye rojiya mirinê û niha grevên birçîbûnê di asteke krîtîk de ye. Yildiz, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê 5 girtî di rojiya mirinê de ne û got: “Rewşa van hevalên me nebaş e. Hevalên me yên koma ewil ên greva birçîbûnê û rojiya mirinê nikarin ji nav ciyan rabin. Nikarin rbin ser xwe. hevalên me yên din jî bi zorê pêdiviyên xwe pêk tînin. Tenduristiya wan her diçe xirabtir dibe. Divê her kes hesas be. Em di asteke krîtîk de ne. Loma divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe.”
‘EM Ê TAWIZ NEDIN’
Yildiz, hevdîtina 2’yê Gulanê a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk hat bi bîr xist û got: “Hevdîtin bi Rêbertî re hat kirin. Lê ev ji bo me ne asta dawî ye. Heta tecrîd bi dawî nebe em ê tu carî ji çalakiya xwe tawiz nedin.”
Yildiz, ragihand ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê binpêkirinên mafan hene û got: “Li vira di warê fizîkî de binpêkirinê mafan tune ne. Lê belê di warê derûnî de hene. Niha li Zindana Amedê di hucreyên yek kesî de gelek hevalên me li ber xwe didin.”