EFRÎN – Li gorî agahiyên hatin girtin artêşa Tirk a dagirker vê sibê navenda bajarokê Til Rifat û gundên derdorî wê topbaran kir. Di topbaranê de ziyan gihişte gelek mal û wesayîtan.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Îbrahîm Çavûş (47) di encama topbarana li ser gundan de hatiye qetilkirin.
Di topbarana li navenda Til Rifatê de jî welatiyên bi navê Sabrî Kemal Mihemed (36) û Şervan Boliko (25) birîndar bûne.