RIHA – 10 kesên ku roja pênçşemê li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, li Şaxa TEM’ê yê ya Rihayê tên girtin.
Hat diyar kirin ku polisên TEM’ê îşkcence li her dehên di bin çavan de kirine. Hat ragihandin ku her deh kes jî bi awayekî çav girtî û destê wan ji pişt ve kelepçekirî, di bin navê “lêpirsînê” de ji hucreyan hatine derxistin û derbasî qateke jorê hatine kirin. Li wêderê her deh kes jî hem rastî îskenceya psîkolojîk û hem jî rastî îskenceya fizîkî hatine.
Tê payîn ku hert deh jî piştî çend rojan derkevên dadgehê.