AMED – Komeleya 78’an a Amedê û parlamenterên HDP’ê, Alî Çîçek ku 14’ê Tîrmeha 1982’an li li dijî zilm û îşkenceya Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî bi bîr anîn. Di bîranînê de Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farisogullari, Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û rêveberên HDP’ê û DPB’ê jî amade bûn. Serokê Komeya 78’an Ganî Alkan li ser gora Çîçek axivî û got: ”Alî Çîçek hevalê me yê rê bû. Mîrateya ku hiştî li zindana Amedê îro gihaye bi hezaran kesî. Îro bi pêşengiya Leyla Guven ev 7 meh in greva birçîbûnê didome. Bila daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, werin qebûlkirin.”