NAVENDA NÛLÇEYAN – Piştî serkeftina Baxozê desthilatdariya çeteyên DAIŞ’ê hat bidawî kirin û kesên ku çeteyên DAIŞ’ê esîr girtibûn, rojane kom bi kom ji aliyê Şervanên QSD’ê ve tên rizgar kirin û wan radestî mala êzîdiyan a herêma Cizîrê dikin.
Di heman demê de herî dawî Jina Ciwan a bi navê Wetfa Newaf Xidir a 10 salî ji gundê Solaxa ye, û Jina Ciwan a 11 salî Cîlan cokî a gundê Til Azer e ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgar kirin.
Her du Jinen Ciwan ji aliyê QSD’ê ve radestî mala Êzîdî a Herêma Cizîrê hatin kirin . Hat zanîn ku di demeke nêzde de her du Jinen Ciwan radestî malbata wan were kirin.