ŞEHBA – Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di roja sêyemîn de didome. Çalakî îro ji aliyê endamên Yekîtiya a Jinên Ciwan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D) ve hate dewrgirtin.
Çalakî bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrînê Aya Mihemed bal kişand ser girîngiya ramanê Ocalan ji bo azadiya jin û berxwedana têkoşer Leyla Guven silav kir.
Piştre semînerek li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Yasmîn Mihemed ve hate dayîn.
Her wiha şanoyeke li ser Berxwedana Serdemê û greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ji aliyê koma kampa Berxwedan ve hate pêşkêşkirin.
Di çalakiyê de, qeyda deng a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li ser girîngiya rêxistinkirina civakê li ser esasê jiyana şoreşgerî û nameya deng a têkoşer Leyla Guven a banga têkoşînê li hemberî tecrîdê hate pêşandan.
Çalakî dê sibe bi beşdarbûna nûnerên rêveberiya xweser dewam bike.