RIHA – Li Taxa Derto ya Xelfetiya Rihayê şerek çêbûbû û alîkarê komîserê polîsên tevgera taybet hatibû kuştin û 2 polîs jî birîndar bûbûn. Piştî şer li taxê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin û maleke li taxê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin. Hate diyarkirin ku malbatek hemû hatine binçavkirin.
Polîsan di saet 14:00’an de girtin ser mala Fahrî Alakûş. Ji ber reşandina guleyên polîsan jinên li malê birîndar bûn. Hate diyarkirin ku polîsan bombeyên destan avêtine nava malê û du kes jî jiyana xwe ji destdane.
Piştî ku cenaze ji malê hatin derxistin, leşkeran agir bi xanî xistin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin polîsan girtine ser mala Zekî Alakûş ê li heman taxê û hemû endamên malbatê hatine binçavkirin. Nehate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin, ew birine kuderê.
Navên kesên bi êşkenceyê hatine binçavkirin evin;
“Sînan Yildirim, Celal Yildirim, Mehmet Yildirim, Ûgûr Yildirim, Kenan Yildirim, Ahmet Yildirim, Mûstafa Yildirim, Abdûllah Yildirim, Muslum Yildirim, Cindî Zincîrkiran, Emîn Zincîrkiran, Alî Zincîrkiran, Halîl Zincîrkiran, Tacettîn Gul, Fevzûllah Gul û Avdullah Gul.”