AMED – Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li navçeya Rezanê li kolanên Kaynartepe, 5 Nîsan, û Şeyh Şamil meş lidarixstin. Welatiyên herêmê jî beşdarî meşê bûn û piştgirî dan çalakiyan.
Di meşên ku bi tevlîbûna welatiyan pêk hat sloganen wek “Bijî Berxwedana Zindana” û “Be Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.