NAVENDA NÛÇEYAN – Di 16’yê Gulanê de herêma Suwara Tuka, li ser rêya bajaroka Sersingê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Parêzgeha Duhokê saet di 11.30’an de, li dijî 2 wesayîtên ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker têde bûn, çalakiyek pêk hatibû.
Çavkaniyên li herêmê ji ajansa me re ragihandibûn ku dema wesayît li ser rêya Duhok û Amêdiyê, li nêzî Sersingê û Suwara Tuka derbas dibûn, teqîn pêk hatine.
Piştî bûyerê, hin çavkaniyên li herêmê ragihandin ku di çalakiyê de wesayîtek ziyanek mezin dîtine û ya din jî derbe xwariye. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di çalakiyê de 9 leşker mirine, 21 jî birîndar bûne. Her wiha çavkaniyan gotin ku ji birîndaran rewşa diduyan gelekî girane û yek ji wan serpel (yuzbaşi) ye. Tê gotin ku ev serpel birine Tirkiyeyê, lê li nexweşxaneyê miriye.
Piştî teqînê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora bajaroka Şeladizê bombebaran kiribûn.
Nayê zanîn ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn û heta niha tu hêzekî berpirsyariya çalakiyê ne girtiye ser xwe û têkildarî mijarê daxuyanî nedane raya giştî.