STENBOL – Çalakiya hezaran girtiyên siyasî ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dike. Malbat jî ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe li ber girtîgehan û kolanan çalakiyên xwe berdewam dikin. Malbatên ji bo zarokên xwe li ber girtîgeha Tipa M a Gebze kom dibin jî di doja 41’an de disa kom bûn û nobet girtin. Malbatên ku li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyê kom bûn, bi tevlêbuna Parlamenterên HDP’ê Ayşe Sürücü û parêzeran xwestin li ber Girtîgeha Gebze çalakiya xwe berdewam bikin. Malbatên ku bi maşînê ji avahiya HDP’ê ya Gebze derketin rê û berê xwe dan Girtîgeha Gebze, rastî astengiya polîsên dagirker ve hatin.
Polîsên dagirker dîsa rêya malbatan girt û destûr nedan ku li pêş girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Piştî niqaşên demekê malbatan bertek nîşanî polîsên dagirker ên tirk dan û gotin: “Eme sibê dîsa bên” helwesta xwe nişan dan.
Malbat piştî astengiya polisên dagirker dîsa vegeriyan. Polîsên dagirker destûr nedan ku rojnameger jî dîmen û wêneyan bikişînin.