MÊERDÎN – Çalakiyê greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdê di pêşengiya Heseroka KCD û parlamentera DHP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de hatin destpêkirin berdewam dikin. Dayikên laçik spî piştgiriyê didin çalakiya ku 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Di çarçoveya van çalakiyan de li qoserê jî xizmên girtiyan hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP’ê ya li navçeyê hat dayîn de li gel dayikên girtiyan parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Ebrû Guneya, endamên rêxistina HDP’ê û DBP’ê jî ciih girtin.
Dayikên ku li ber avahiya HDP’ê kom bûn rastî astengiya polsîan hatin. Astengiya polîsan ji aliyê girseyê ve bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan hat şermezarkirin.
‘Em dixwazin zarokên me bijîn’
Dayika girtiyê bi navê Abdullah Oran ku li girtîgeha Kiriklarê 140 roj e di grevê de ye Methiye Oran wiha got: “Em aştiyê dixwazin û mirinê naxwazin. Tiştekî qedexwe nakin zarokên me dimirin. Em dixwazin zarokên me bijîn.”
Dayikan çalakiya rûniştinê li dar xist
Piştî axaftinê dayikan li ber avahiya partiyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist. Dayikan diyar kir ku rêya aştiyê di îmraliyê re derbas dibe û divê demildest tecrîd bê bidawîkirin.
Piştî çalakiya rûniştinê dayikan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” çalakiya xwe bi dawî kirin û çûn avahiya partiyê.