HANNOVER – Ji bo mezinkirina rexistinbuyîna komîteya Ciwanên Rojava li bajarê Hannoverê yê Elmanya Tevgera Ciwanên Şoreşger perwerda bi navê Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz lidarxist. Di navbera 18 û 19’ê meha Gulanê nêzîkî 20 ciwan tevlî perwerdeya 2 rojan bûn.
Di perwerdê li ser mijarên sîstema konfederalîzm û rastiya jiyana ciwanan nîqaş hatin meşandin. Wekî din komiteya perwerdê ava bû û bi plansaziyên perwerdeyên bi pergal ji bo siberojê xwe sazkir. Kemasiyên ku di her beşên xebatên ciwanan de derketin holê û ji bo dema pêşî bi rexistinbuyîn wê bên çareser kirin. Perwerdeya 2 rojan ya ciwanan bi muzîk û stranan û bi moraleke bilind bi dawî bû.