KOCAELÎ – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Malbat û dayikên girtiyan cara 42’emîn li Gebzeyê hatin ba hev. Lê polîsan careke din êrîşî çalakgeran kir.
Di dema êrîşê de dayik hatin derbkirin, Hevseroka HDP’ê ya Gebzeyê Damla Bagci û rêveberê HDP’ê yê Kocaeliyê Dîlara Ozgeçnen hatin destgîrkirin.
Polîsan zext li rojnamegeran kir û dîmen û wêneyên çalakiyê di darê zorê jê birin.