STRASBOÛRG – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelen Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê jî dikeve meha 6’an.
14 çalakgeran di 17’ê Kanûna 2018’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Bi çalakiyên greva birçîbûnê re bêdengiya hikumet û saziyên Yekîtiya Ewropayê jî tê protestokirin.
Bi çalakiyê re tendirustiya çalakgeran jî dikeve halekî krîtîk. Çalakger Yuksel Koç, Kerem Solhan û Gulistan Çiya Îke rakiribûn nexweşxaneyê. Çalakgeran tedawî qebûl nekiribûn û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê domandibûn.
Çalakgeran gelek caran bi rêya çapemeniyê diyar kiribûn, heta ku tecrîd were rakirin wê çalakiya we bidomînin.