AMED – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyekê diyar kir ku Yekîneyên Tolhildana Şehîd Sinan Kaya û Şehîd Nuda Elefterya li Amedê li semta şehitlikê bombeya deng avêtine qereqola polîsên dagirker.
Yekîneyên Tolhildana Şehîd Sinan Kaya û Şehîd Nuda Elefterya li navçeya Yenişehirê li semta şehitlikê ku qereqola polîsên dagirker lê ye, bi bombeya deng çalakî li ser kir.
Di çalakiya ku hate lidarxistin qereqol bi bandor hate lêdan, lê derheqê encamê çalakî agahî ne hat bidest xistin. Li gorî agahiyan piştî çalakiyê polîsên dagirker li derdora xwe gule reşandine.