WAN – Polîsan Tirk vê sibehê li Ebexê girte ser gelek malan. Di operasyonê de herî kêm12 kes hatin destgîrkirin. Hevşaredar Leyla Atsak a ku di hilbijartina 31’ê Adarê de hatibû hilbijartin û bi hinceta ku biryarnameya di hukmê qanûnan de mazbataya wê nehatibû dayîn jî tê de 12 kes hatin destgîrkirin.
Ev kes hatin destgîrkirin: M. Siddik Moraner, Halîl Koç, Kerem Koç, Suleyman Kaya, Hulya Kaya, Nacî Ûtaş, Zeynal Kelaş, Salîh Candeger, Nacî Dorak, Şeref Temel û Nûrî Kizilaslan.