KOBANÊ – Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengî jê re kir û bi rojiya mirinê ya zindanan berdewam dike gihişt qonaxek giring. Ji bo bal kişandina li ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li her derê çalakiyên cur bi cur tê kirin.
Di vê çarçoveyê de li Kantona Kobanê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, PYD û Kongra-Starê de li ser sînora mabeyna Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de kona berxwedana hate vekirin. Kona ku bi suretên berxwedêran û pankartan hate xemilandin bi armanca protestokirina dewleta Tirk a dagirker ve hatiye vedan û bi vekirina li ser sînor wateyek cuda dide. Ev çend roj bû Ciwanên Kobanê û Gelê Kobanê ber bi sînor ve dimeşiyan û di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de jî ciwan derbasî xweparastinê bibûn.
Kona ku îro seat 10:00 de vebû, bi beşdarbûna gelek kesan hate vekirin. Di vekirina konê li ser navê dayikan daxuyanî hat dayîn û hate gotin ku heya tecrîd bişkê ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha di daxuyaniyê de berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê hate silavkirin.
Çalakiya Kona Berxwedanê ya li ser sînor berdewam dike.