AMED – Dayikên Laçik Spî yên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji bo qebûlkirina daxwazên zarokên xwe ji Wezareta Dadê re faks şandin, bi dûrişmeyan ber bi Parqa Koşûyolûyê ve meşiyan.
Çalakiya dayikên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li Amedê dane destpêkirin di roja 22’yemîn de didome. Komek dayikên çalakgeran, li Şaxa PTT’ê ya navçeya Yenîşehîrê hatin gel hev û ji bo qebûlkirina daxwazên zarokên xwe ji Wezareta Dadê re fask şandin. Dayikan di faksa xwe de ji Wezaret Dadê van daxwazan, ‘Tecrîda bêhiqûqî ya li Îmraliyê rake, Bila Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi awayekî rêkûpêk bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike, şertên hiqûqa navneteweyî bi cih bîne’ kirin.
Polisên dagirker ji ber faks şandina dayikan derdora PTT’ê dorpêç kirin. Dayik piştî şandina faksan xwestin ji PTT’ê ber bi Parqa Koşûyolûyê ve bimeşin. Dayik ji ber ku ji aliyê polisan ve hatin astengkirin, bi qasî saetekî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê dayik bi çepik û dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” heta Fabrîqeya kevn a Arvan a li hemberî Parqa Koşûyolûyê meşiyan.
Çalakiya rûniştinê ya xizmên girtiyan a li Kolana Sûnayê jî didome.