KOCAELÎ – Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, tevî hemû astengiyan di roja 44’an de li pêş girtîgeha Gebze kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikan bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin: “Heta ku peyam ji Îmraliyê bê û bêjin çalakiyê bi dawî bikin emê her roj li vir çalakiyê li dar bixin.”
Dayikên Laçik Spî û malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbunê de ne, bi armanca balê bikişinin ser daxwaza zarokên xwe dîsa li ber Girtîgeha Tîpa M Gebze kom bûn û di roja 44’an de çalakiya xwe berdewam kir. Malbat li pêş Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Gemze kom bûn û bi tevlêbûna Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Endamên Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din li maşîneyan suyar bûn û berê xwe dan Girtîgeha Gemzeyê. Dayikên ku bi otobusê hatin pêş girtîgehê bi tilîlî û çepikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsên dagirker bi awayekî faşîzane çalakiyê qedexe kir. Lê dayikan bi gotina “Ji bo zarokên me nemirin em li vir in” û bertek nîşanî polîsan dan.” Dayikan diyar kirin ku heta peyamek erêni ji Îmraliyê neyê ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin û her roj bên li vir çalakiya xwe berdewam bikin.
Dayik piştî çalakiya rûniştinê derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê bûn.