DARMSTADT – Şevê din ciwanên Kurd û enternasyonalîstan li bajarê Elmanya Darmstadtê ji bo protestokirina tecrîda Îmraliyê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwan li navenda bajêr bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan.
Nêzî 20 ciwanên ku ji bajarên Darmstadt, Frankfûrt û Maînzê li hev civiyan tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.
Ciwan xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê derketin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di çalakiyê de bang li çapemeniya Elmanyayê û raya giştî hate kirin ku li dijî berxwedana mezin a li dijî tecrîdê bihistyar bin.