SILÊMANÎ – Merwan Memduh Ozdemir ê 27 salî ku li Navenda Saziya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 14’ê Gulanê de dest bi rojiya mirinê kir ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivî.
Berxwedêrê Rojiya Mirinê Merwan ku di 14’ê Gulanê de dest bi çalakiyê kir wiha got:
“Di sala 1992’an li Bakurê Kurdistan li Colemgerê hatime dinyê. Ez li metrepolên Tirkî mezin bûm e, min li wir xwend. Ew 8 mehin ez derbasî Başurê Kurdistanê bûm e. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya ciwanan destpê kiriye. Îro ev çalakiyên grevên birçîbûnê bi pêşengiya jina kurd û dayikekê, bi pêşengiya Leyla Guven destpê kiriye. Ev berxwedan bi beşdarbûna ciwanan hate mezinkirin. Bilindkirina vê berxwedanê di destê ciwanan de ye. Ez jî wek ciwanekî kurd ê welatparêz bi nasnameya xwe ya Kurdistanî tevlî ve çalakiyê bûm û min xwest ez vê çalakiyê xurttir bikim. Bi vê çalakiyê min xwest helwesta xwe li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan bi vî rengî pêş bixim. Ciwan dînamîzma civakê ye. Çi guhertin û pêşketin di civakê de çêbibe, bi pêşengiya ciwanan pêş dikeve. Rola ciwanan ya di dîroka mîrovahiyê baş tê zanîn. Pêşengiya hemû Şoreşan ciwanan pêk aniye. Her wiha Rêbertiya me jî rol û misyonek mezin daye ciwanan. Tevgera me jî wek partiyek, tevgerek ciwanan pênasekirin. Di dîroka Kurdistanê jî pir kêm pêşiya ciwanan hatiye vekirin. Zihniyetek feodal li Kurdistanê hatibû sazîkirin. Ev cara yekemîn bi saya Rêber APO ciwan bi nasnameya xwe ya ciwantî roleke dîrokî lîst û pêşxist, xwedî îradeyek mezin bû. Lê bes îro çiqasî tevlîbûnek ciwanan hebe jî, xwedî derketinek hebe jî, pêşengtiyek hebe jî ciwan taybet li Bakurê Kurdistanê lawaz dimînin. Pêwîst ciwan rola xwe ya dîrokî bi awayekî xurt bilîze. Ger ciwan tevlîbûnek xurt pêk bine, ev çalakî wê bi serkeftin bi dawî bibe, wê bigeheje armanca xwe û wê riya têkoşîna azadiya gelê kurd ronî bike.”