ŞENGAL – Di 1’ê Hezîranê wê Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) Kongreya xwe ya 2’emîn pêk bine. Di çarçoveya amadekariyên Kongreya Ciwanên Êzidî li gund û bajarokên Şengalê şahiyên ciwanan tên lidarxistin.
20’ê Gulanê li bajarokê Borik yekemîn şahiya ciwanan hate lidarxistin û li gundê Digurê berdewam kir. Ciwanan bi stranên hunermendên herêmî bi moral û coş govend gerandin. Di şahiyê de piştî govendan axaftin hatin kirin. Her wiha tê zanin ku şahiyek wê li Xanesorê pêk were. Ciwanên ku ji ajansa me re axivîn bal kişand li ser giringiya Kongreyê û diyar kirin ku wê di 1’ê Hezîranê li Xanesorê 2’emîn Kongreya YCÊ pêk were. Ciwanan banga tevlîbûna Kongreyê kir.