ENQERE – Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi hezaran berxwedêrê zindanan di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de ne. Malbatên berxwedêran ji bo bal kişandina li ser berxwedanan li gelek navendan di nava çalakiyan de ne. Yek ji wan navendan jî Enqere ye. Ev hefteyek ku dayikên li ber Meclisa Tirkiye di nava çalakiyan de ne ji ajansa me re axivîn.
Dayika Nafiye Yigit ku kurê wê Feytullah Yigit 84 rojin di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku leyla Guven ji bo rojên azad ev çalakiyên berxwedanê daye destpêkirin û wiha got: “Wek tê zanîn ev 8 salin li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelan, li ser me, li ser zarokên me, li ser tevahî gelê Kurd û gelê Tirkiye tên meşandin. Leyla Guven ji bo bidawî kirina vê tecrîda li ser me û Rêberê Gelan bedena xwe da ber birçîbûnê û dest bi çalakiyê kir. Li Ewrûpa û gelek zindanan bi hezaran kes bedana xwe dan ber birçîbûnê û ji bo jiyanek bi rumet dedst bi berxwedanê kirin.”
Dayika Necdet Tarlag, Nuriye Tarlag daxuyakirin ku daxwazên zarokên daxwazên wan in û wiha got: “Ev nêzî 10 rojin em li vir in. Em li Meclisê 5 rojan ma, piştre em hatin vir. Em jibo 7.000 berxwedêrê zindanan hatine vir. Hemû zarokên me ne, xwişk û birayên me ne. Pêwîste daxwazên zarokên bi lêz pêk werin. Dawazên zarokên me çi ne? Zarokên me ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi vê berxwedanê kirin. Beriya xeberên mirinê werin pêwîste ev tecrîd rabe.”
Sultan Azboy ku xwişka wê Pervin Burda ev 22 salin di girtîgehê de ye û gelek caran tevlî çalakiyên grevên birçîbûnê buye, diyar kir ku heta îro tu çalakî ewqas nedomiyaye û wiha got: “22 salin xwişka min de girtîgehê de ye. Heta niha başdarî gelek çalakiyên grevên birçîbûnê buye. Carê din çalakî 20, 30 rojin didomiyan. Le bes ticarî çalakî ewqas dirêj ne bû. hevala Leyla, hevalê Nasir û gelek hevalên din ên li Ewrûpa ev nêzî 6 mehin di greve de ne. Tecrîd li dijî me hemûyan pêk tê. Em li dijî tecrîdê li Êlîhê daketin qadan, polîsa li me da, me binçavkirin. Em bang li hemû dayikên cihanê dikin bila deng bidin vê serhildanê. Tecrîd ne tenê li ser yek kesî li ser tevahî civakê tê meşandin.”
Berxwedêr Kadir Kiyah ku li girtîgeha Agirî ya Patnos di grevê de ye dayika wî Medine Kiyah diyar kir ku ew ji bo belavkirina dengê berxwedanên zindanan hatiye Enqerê û wiha got: “Ez ji Wanê hatime vir. Ji bo Enqere dengê berxwedanvanên zindanan bibihize em hatine vir. Ez dayika 7.000 berxwedêra li virim. Em ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li vir in. Heta daxwazên me nêyin qebûlkirin em ê li vir bin. heta gavên zelal neyîn avêtin em ê li vir bin. Em wek dayikan vê tecrîdê qebûl nakin. Ez li vir ne tene wek dayika kurê xwe, wek daiyka tevahî berxwedêra ketime nava çalakiyê.”
NC/Aldar DİREN