AMED – Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê zext û pêkutiya li ser çalakgerên gerva birçîbûnê zêde bûne û berdewam dikin. Li girtîgeha ku daxwazên çalakgeran nayên bersivandin, gardiyanan saetên şevê de bi ser koguşê çalakgeran de girtin û pirtûk û radyoyê wan desteser kirin.
DI NAV AMADEKARIYAN DE NE’
Çalakger Mehmet Çagirici ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û rewşê bi van gotinan, ‘Her roj zext zêde dibin. Demeke dirêj e vîtamîn nadin. Pêwistiyên bingehîn ên şilavî (ava fîkiyan û tiştên mîna dew) nadin. Lê di her şet û mercî de jî em ê çalakiya xwe bi şekir, av, çay û xwê bidomînin. ‘ ji malbata xwe re ragihand. Di demên dawîn de zexta tedawiyê li me dikin. Di saetên şevê de bi ser kogûşên me de digirin. Heke wiha bidome dibe ku me bi zorê tedawî bikin. Di nav amadekariyên vê yekê de ne. Lê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”