NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Edeneyê, li dijî mala leşkerekî Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH’ê) bi bombeya deng çalakî pêk anîn. Çalakî li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê pêk hat û teqîneke mezin rû da.
Endamên însiyatîfê ragihandin, ji bo destekê bidin berxwedana zindanan û li dijî tundiya polîsên dagirker li dijî dayikan derkevin wê her tim çalakiyan pêk bînin.