NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê bi navê Şoreş Heleb dema ku li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bû, eskere kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
“Di roja 22`ê Gulanê de rêhevalê me Şoreş Heleb dema ku li bajarê Helebê li ser erka xwe bû di encema qezayê de şehîd ket.
Hevrê Şoreş li bajarê Helebê di nav malbatekî welatparêz de ji dayîk bû û di temenê ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Di demekê ku li ser Bakurê Suriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê êrîşên xurt pêk dihatin tevlî nava refên têkoşîna me bû. Hevrê Şoreş, hemû erkên xwe ji dil nêz bûye û di demek kurt de di hunera şer de xwe pêş xistiye, bû şervanekî pispor.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Şoreş Heleb
Nav û paşnav: Reşît Ehmed Hisên
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Ehmed
Cihê ji dayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Heleb / 22 Gulan 2019
Em di şexsê rêheval Şoreş de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”