“Dewleta Tirk a dagirker ku sala 1991’ê bi îstîxbarata xwe li Başûrê Kurdistanê bicih bû û ji sala 1997’an û vir ve bi dehan baregehên xwe yên leşkerî li herêmê avakirine, timî êrîşî sivîlan dike. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku zêdeyî 25 sal in li herêmê ye, heta niha bi sedan sivîl şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûne. Li dijî van baregehên dewleta Tirk a dagirker ku bi piştgiriya PDK’ê hatine ava kir, hêrsa gel roj bi roj zêde dibe. Ev baregehên îstîxbarat û leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê armancên xwe çi ne û xizmetî kê dike?
Destpêkê baregehên îstixbareta dewleta Tirk a dagirker, li Duhok-Zaxo ku weke herêma Behdînanê tê binavkirin û li xeta Hewlêrê ku PDK lê serdest e baregehên îstîxbaratê hatin ava kirin. Di sala 1997’an de piştî operasyona ‘li derveyî sînor’ a bi navê ‘Balyoz’ ev navendên îstîxbaratê veguherandin kampên leşkerî. Di rewşa heyî de li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasi, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumri, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê baregehên leşkerî ên dagirkeriya Tirkiyeyê, li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê jî şaxên Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) hene.
PDK Û YNK ARTÊŞA DAGIRKER LI KURDISTANÊ BICIH KIRIYE
Li Tirkiye kîjan kêliyê wê çi bibe û hikûmet wê biryara çawa bide ne diyare. Îktidara AKP-MHP’ê ji bo xwe ji nava vê aloziyê derxe ketiye nava planên nû. AKP-MHP, her dem gefan li PKK’ê û gelê Kurd dixwe û wan ji bo xwe wekî talûkeya mezin dibîne. Ji ber wê jî hewil dide ku bi alîkariya destê derve Tevgera Azadiyê dorpêç bike. Karê îstixbaretê yek ji karên ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê giraniyê dide ser karê îstîxbaratî. Tê zanîn ku MÎT û îstîxbarata PDK’ê Parastin bi hev re tevdigerin. Dewleta Tirkiye bi salan e li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê hewl dide îstîxbarate xurt bike. Ji salên 1990’an heta niha Tirkiye li vir îstîxbarat ava kiriye. Bi taybeti di navbera salên 1997-2018’an de Tirkiye li herêma ku PDK lê serwer e bi dehan baregeh û xaşên MÎT’ê av akirin. Li van baregeh û şaxan, hemû amûrên şer û eskerî bi cih kirine. Çekên sivîk û giran li van baragehan bi cih kirine. Operasyonên li Kurdistana Federe ji aliyê van baragehan ve tên meşandin. Hêzên li vir bê navber gund, navçe û çiyayên Iraq û Başurê Kurdistanê ji sînorê Zaxo û Şengalê heta Urmiye Sîlemanî bombebaran dike. Heta niha bi dehan welati kuştin. Tirkiye, ne tenê li herêma PDK’ê de, li herêma YNK’ê de jî operasyonan dike. Di milê aborî û civakî de jî Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê xistiye kontrola xwe. Li gorî daneyan herî kêm hezar 351 şirket û bi hezaran karkerên Tirkiyê li Başurê Kurdistanê kar dikin.
HERÊMÊN GERILLA HEDEF DIGRIN
Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakur, hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re tê xwestin, ku zext li herêma Heftanînê were kirin. Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şeladizê re dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin. Ev herêmana wek qadên gerilla tên zanîn. Dewleta dagirker a tirk bi destê PDK’ê li dijî wan qadan kampên xwe ên leşkerî ava dikin û xwe bicih kirine.
Dewleta Tirk naxwaze di sîstema nû de cihê Kurdan hebe. Ji ber wê armanca Tirkiyeyê hemû Kurd û destkeftiyên Kurd tunekirine. Hewl dide, statûya Rojavayê Kurdistanê asteng bike, statûya li Başûrê Kurdistanê jî ji holê rake. Dewleta Tirk, armancên xwe yên hegemonîk yên li Rojhilata Navîn, li pişt dijminahiya Kurd de veşartiye. Bi bahaneyeke din nikare leşkerên xwe bixe nava axa Iraq û Sûriyeyê, siyaseta xwe ya Osmaniyeta nû jî di nava vê dagirkeriyê de bicih kiriye. Lewma dewleta Tirk bi vê dagirkeriyê dixwaze hem Kurdan têk bibe, hem jî li ser Iraq û Suriyê bandora xwe ava bike. Dema dewleta tirk a dagirker êrîşî Şêledizê kir ji bo ku Kurdan bitirsine û tune bike bersiva herî xurt gelê Şêladizê da artêşa tirk a dagirker. Gelê şeledizê da diyarkir wê tucari Kurd ji dewleta tirk a dagirker ne tirse.”
NC/DENIZ RIZGAR