MEXMÛR – Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 160’an de ji aliyê komek nu ve hat dewir girtin. Herwiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî bi vînek xurt roja xwe ya 125’an de didome.
Merasîmê ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 53’emîn Beşîr Taş axivî.
Çalekvan Beşîr Taş destpêkê xêrhatina gelê amade û koma nû kir û got: “Ev çalakî ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe û ev tecrîd bişkê Rêber Apo azad bikin. Çalakiyekî bi berxwedanek pîroz hat despê kirin nêzî 200’roje hevalên me çalakiya gireva birçibûnê dane. Ev hevalên berxwedidin wê serbikevin, em ji vê pişt rastin. Eger em bibin xelekekê ji vê çalakiyê weke kes em bi van hevalan serbilindin.”
Taş got: “Em serkeftinê ji giştî çalakvan re dixwazin û em dibêjîn emê di demek nêzde bi serkevîn.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.