STENBOL/WAN/MÊRSÎN – Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên berxwedêran, li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê daxuyanî dan, li Wanê jî çalakiyên rûniştinê li dar xistin. Li Wanê polîsên dagirker dayik asteng kirin. Dayikan jî bi dirûşmeyan bertek nîşanî polîsên dagirker dan. Li Mêrsîn jî ruxmê gefên polîsên dagirker malbatên berxwedêran çalakî pêk anîn.
Dayikên Laçik Spî û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecridkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Stenbol û Wanê çalakî li dar xistin.
Dayikên Laçik Spî yên her roj li pêş Girtîgeha tipa L a Bakirkoyê kom dibûn û nobet digirtin, li avahiyên HDP’ê berdewam kirin. Nobet di roja 25’emîn de li avahiya HDP’ê ya Bahçelievlerê berdewam kir. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek xizmên girtiyan jî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê malbatan Nesibe Başaran, diyar kir ku zarokên wan Serhildan Başaran û Îdris Başaran girtî ne û wiha got: “Me li pêş Girtîgeha tîpa L a Bakirkoyê 24 rojan nobet girtin. Em rastî gelek tundî û zextan hatin. Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Em bê sebr li benda vê daxuyaniyê ne. Heta ku daxuyanî neyê dayîn û zarokên me dawî li çalakiyan nînin em jî dest ji çalakiyên xwe bernadin.
WAN
Li Wanê jî bi heman armancê dayik li Parka li ser Kolana Milli Egemenlik kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsên dagirker dayik asteng kirin û destûr nedan daxuyanî bidin. Dayikan jî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî polîsên dagirker dan û dawî li çalakiya xwe anîn.
MÊRSÎN
Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li gel gef û astengiya polisên dagirker jî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parqa Zarokê Azad çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlementerê HDP’ê yê Mersînê Ridvan Tûran, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û endamên platforma Jinan a Mersînê jî piştgirî dan dayikan. Di çalakiyê de malbatan pankartê li ser nivîsa “Em bi dayikan re tên gel hev û magê jiyanê diparzin” nivîsandî vekirin. Li gel ku polisên dagirker got ku dê derbarê wan de bi angaşta “endamên rêxistinê” û propagandaya rêxistinê” lêpirsîn veke jî dayik jê ya xwe nehatin xwarê û çalakiya xwe domandin. Dayikan ji polisên dagirker re ev tişt got: “Em ji bo ku zarokên me nemirin li vir in. Hûn jê kesên piştgiriya me dikin re dibêjin, ‘ji vir biqetin’ Lê em diz, şerxwaz û tecewizkaran li cem xwe naxwazin.” Malbatan piştî ku çalakiya xwe bi dawî kir, derbarî rêxistina HDP’ê ya bajar bûn.