DERSIM – Ji Fermandarên HPG’ê Ertan Erol Adara 2018’an li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû, cenazeyê Erol îro ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin û ber bi gundê Afşeker yê navçeya Pêrtag a Dersimê ve ketin rê.
Malbatê diyar kir ku eger şert û merc guncaw be îşev yan sibê wê cenaze veşêrin.
Erol sala 1985’an ji dayikbûbû, piştî ku perwerdehiya destpêkê li Dersimê bidawî kir, xwendiya xwe li Zanîngeha Kolnê domand û di sala 2005’an de beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûbû.
Erol li Ewropa û Kurdistanê li qadên cûda xebat meşand, dema ku fermandariya qada Dersimê dikir Adara 2018’an di şerekê de şehîd bûbû.
Cenazeyê Ferhat Dersim ê ku birayê Hevşaredara Dersimê ya berê Songul Eren, girseya gel ji bo veşartina cenaze ber bi gundê Afşeker ve ketin rê.
Malbata Erol diyar kir ku eger îşev şert û merc neguncaw bin wê sibê bi merasîmekê cenaze veşêrin.
Şirovê 1