Tirk û farsan bi hev re êrîş dikir
Li gorî pêwistiyên peymana ku dewleta tirk bi Îranê çêkiribû dewleta Îranê ji milê xwe ve êrîşê serhildêrên kurd dikir. Îranê Usivê Evdal Axa li girtîgeha Tebrîzê kuştibû. Piştî kuştina Usivê Evdal Axa dewleta Îranê berê xwe da eşîrên herêma Qelenî û dest bi komkujiyan kir. Kesên ku ji êrîşên Îranê xelas dibûn ji sînor derbasî çiyayê Agiriyê milê Tirkiyê dibûn û xwe dispartin Îhsan Nûrî Paşa. Ji ber komkujiyên dewleta tirk û Îranê bi deh hezaran kurd ji neçariyê di çiyayê Agirî de bi cih bibûn.
Îhsan Nûrî Paşa bi armanca firehkirina qada şer û ji bo bidestxistina moraleke nû êrîş bir ser bajaroka Başan a Îdirê û Extajorîn ên ku li rojhilata bakûrê Agiriyê di tixubê dewleta tirk û rûsan de diman. Herdû bajarok jî bidestxistin. Leşkerên her du bajarokan dîl girtin û dest danî ser çek û amûrên wan. Hindik be jî wê serkeftinê têrî afirandina moralê kir. Lê ji bo pirsgirêkên li Çiyayê Agiriyê ku bi deh hezaran kes lê kom bibûn bên çareserkirin pêdivî ji moralê zêdetir bi hinek hewldanên cuda hebû. Roj bi roj pirsgirêk û tengezarî zêde dibûn. Pêdivî bi çareserkirina xwarin û vexwarina bi hezaran jin, zarok û extiyaran hebû. Gelek zarok û extiyaran ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didan. Ji ber şert û mercan nebaş nexweşîn jî tevilê birçîbûnê bibûn. Li gel birçîbûnê mirinên ji ber nexweşiyan jî dest pê kiribûn.
Herêm ji hêla artêşa tirk ve hatibû dorpêçkirin. Derfeta ku ji herêman alîkarî bê xwestin tunebû. Mirinên ku ji ber nexweşîn û birçîbûnê çêdibûn dibûn sedema têkçûna moralê şervanan. Di rewşeke wiha de ya herî baş ew bû ku ji Çiyayê Agiriyê derkevin.
Ji bo derketinê ketin nava hewldanan. Lê dewleta tirk, ji bo girtina tixuban bi dewleta Îran û Rûsyayê re peyman çêkiribû. Her du dewletan jî xwesteka dewleta tirk bi erênî bersîvandibûn û bergiriyên xwe yên ser tixub xurt kiribûn. Hersê dewletan bi hevkarî rêya derketinê li kurdan birîn û bi komkujî re rûbirû hiştin.
Kurd di Çiyayê Agirî de asê mabûn. Ji mirineke bi berxwedanî pê ve tu çare tunebû. Rêberên serhildanê jî ev yek didîtin. Tenê hêviyek hebû ew jî li Çiyayê Agirî têkçûn û paşve vekişîna artêşa tirk bû. Ji bo pêkhatina vaya jî pêdivî bi hêzeke gelek mezin a xwediyê vîn û baweriyeke xurt hebû.
Di wê pêvajoyê de hewldanên Biroyê Hesikê Têlî gelek girîng û dîrokî ye. Biroyê Hesikê Têlî ji bo cidiyeta rewşê bi şervanên kurd bide fêmkirin û ji bo malbatên xwe nekevin nava fikaran û çavên wan li dû wan nemîne û bi ruheke fedayî wan bide şerkirin biryarên gelek trajîk û dilsoz digire.
Dewleta tirk di şerê xwe yên li dijî kurdan de nirx, pîvan û exlaq nas nedikir. Dema ku di qada şer de nedikarî şervanên kurd têk bibe dest diavêt malbatên wan û malbat li dijî şervanan weke rehîne bikar dianî. Ji bo têkbirina moral, motîvasyonê û teslîmbûna şervanan kiryarên herî hovane bi serê malbatên wan de dikir.
Biroyê Hesikê Têlî ji bo malbata wî nekeve destê dijmin û li dijî wî neyê bikaranîn ji xeynî yek-du kurên xwe yên ku dikarin çek bigirin dest hemû malbata xwe bi destê xwe dikuje. Ev bûyer di dîroka kurdan de yek ji bûyerên herî trajîk û dilsoj e. Ji bo fêmkirina berdêl û fedekariyên ku di oxira serxwebûnê de hatine dayin mînakeke ewqasî bi sawe ku xwîna mirovan dicemidîne. Di heman demî de vîna kurdê azad a ji pola nîşanê me dide.
Di îlona 1930’î de dewleta tirk dest bi bombebarana Çiyayê Agirî û derûdorên wê kir. Di heman demî de li gorî divêtiyên peymana ku bi Îranê re çêkiribû ket nava axa Îranê û Çiyayê Agirî ji pişt ve dorpêç kir. Dema ku şervanên kurd diketin tengasiyê carcaran dikaribûn derbasî milê Îranê bibin. Dema ku lewaz bibûna carcaran dikaribûn ji eşîrên xizm ên milê îranê alîkarî û piştgirî bixwestana û derfetên nû ji xwe re biafirandina. Lê îcar rewşeke nebixêr û cuda derketibû holê. Bêguman Îran ji wê rewşa nebixêr hayîdar bû. Ji bo têkçûna şervanên kurd çi ji dest dihat dikir.
Li beranberî alîkariya ku Îranê dida dewleta tirk roj bi roj weadên dewleta tirk ên zêdekirina berjewendiyan ku weke bertîl pêşkeşî îranê dikir jî zêde dibûn. Li gorî divêtiya hişmendiya dewletbûyînê dewleta Îranê jî berjewendiyên xwe esas digirt û piştgiriya dewleta tirk dikir. Bi tifaqa her du dagirkeran bi hêzeke leşkerî ya 40-50 hezarî zêdetir Çiyayê Agirî hatibû dorpêçkirin.
Dewleta tirk ji xeynî Îranê bi dewleta rûs re jî peyman çêkiribû. Leşkerên rûs bi tevî amûrên xwe yên şer ve li derûdorên Çemê Erezê (Aras) û li herêma Cûlfarayê bi cih bibûn. Dewleta rûs bi wê hewldana xwe îhtîmala ku berxwedêrên kurd ji Çemê Erezê derbas bibin û ji qirkrinê xelas bibin ji holê rakiribû.
Şervanên kurd ji çar hêlan ve hatibûn dorpêçkirin. Rêyên revê hemû hatibûn girtin. Bi hezaran kesên ku bi birçîbûn û nexweşiyên giran re rûbirû mabûn niha bi qirkirineke mezin re rûbirû bûn. Şervanên kurd di nava wan kêmderfetiyan de bi şereke mezin re rûbirû mabûn.
Artêşa tirk di bin fermandariya Salih Paşa de gav bi gav pêşve diçû û çembera heyî tengtir dikir. Bi 14 balafiran 15 roj bê navber şev û roj Çiyayê Agiriyê hat bombebarankirin. Artêşa ku herî kêm ji 40 hezar kesî pêkhat di bejahiyê de gav bi gav pêşve diçû û mewziyên di destên kurdan de yek bi yek bidest dixist.
Bi ser van geşedanan re Îhsan Nûrî ket nava hewldanan ku li gor rewşê hinek biryarên girîng bigre. Ji van biryaran herî girîng yek ji dorpêça leşkeran derketin bû. Ji bo karibin ji sînor derbas bibin li gorî plansaziyê dê rêwîtî bişev, bi dizî û qefle bi qefle destpêbikira. Ji bo derbasbûnê dê bihûreka Zenyanê bihata bikaranîn û dorpêç bihata şikestin. Bihûreka Zenyayê ji şikeftên gelek asê û dijwar pêk dihat. Ji ber ku gelek bêkeys û asê bû tenê li wêderê leşkerê tirk tunebû. Pêşengên kurdan dizaniyan ku di wan şikeftan de dê gelek windahiyan bidin lê mixabin weke din tu çare û alternatîfeke din tune bû.
Ji bo birêketinê bi lezgînî dest bi amadekariyan kirin. Di derengiya şevê de rêwîtî destpêkir. Dema ku nêzîkê bihûreka Zenya yê bûn leşkerên tirk li wan hayî bûn û ew dan ber gulebaranê. Di encamê gulebaranê de û ji ber asê û bêkeysîya bihûrekê bi sedan kes ji şikeftan ketin û şehîd bûn. Yên mayî ji dorpêçê xelas bûn û xwe gihandin Çemê Erezê û ji wir derbasî milê Îranê bûn. Dewleta Îranê dizanibû wê ji bêçaretiyê kurd neçar bibin berê xwe bidine Îranê. Lewre tedbîrên xwe girtibûn. Fermandarên leşkerên Îranê ji bo ku kurd ji sînor derbas nebin hişyarî dan û gotin heke hûn bikevin nava hewldanên derbasbûnê em ê berê çekên xwe bidine we û guleyan li we bibarînin.
Kurd piştî rêwîtiyek bi zor û zehmet û ya gelek bi êş û elem û bi berdêleke gelek giran û piştî kişandina janeke mezin û dijwar gihiştibûn wê derê. Nepêkan bû carek din vegerin. Veger ji bo wan mirin bû. Leşkerên Îranê dîtin ku kurd venagerin dest bi gulebaranê kirin. Bi gulebarana leşkerên îranî careke din bi sedan kurd hatin qetilkirin.
Îhsan Nûrî tîmeke taybet ava kir ku bi şer û lêdan ji bo derbasbûnê rêyek vekin. Bi ser wê biryarî re kurd bi şer û lêdanê derbasê milê Îranê bûn û xwe gihandin xizmên xwe yên rojhilatê Kurdistanê. Eşîrên rojhilat bi fedekariyeke mezin li kurdên ku sînor derbas kiribûn xwedî derketin û ew li ba xwe bi cih kirin.
Hovîtiyên dewleta Îranê
Dewleta îranê salek berê Ûsivê Evdal Axa kuştibû û li dijî eşîrên kurd di nava hewldanên êrîşkar de bû. Nepêkan bû ku bicihbûna şervanên kurd ya li milê îranê qebûl bike. Dewleta îranê nerazibûna xwe anî ziman û ji bo şervanên kurd çekên xwe radestê dewleta îranê bikin dest bi pêkutiyan kir. Kurdan ji serbuhûriyên xwe têrê xwe ders desrxistibûn. Lewre bersiva wan a çek radestkirinê neerênî bû. Bi ser vê bersîva neerênî ya kurdan re leşkerê îranê dest bi êrîşan kir. Kurdên ku ji sînor derbas bibûn milê îranê û li gundên xizmên xwe bicih bibûn hemû bûn hedefa leşkerên îranê. Kurd neçar man ku li hember êrîşên îranê li berxwe bidin. Lê hêza wan a serkevtinê tunebû. Gelek kurd di wê şerî de hatin kuştin. Hinek ji wan radestê dewleta îranê bûn. Hinek ji wan careke din ji sînor derbasê milê Tirkiyeyê herêma bajarê Wanê bûn. Hinek ji wan jî ji neçariyê carek din vegeriyan Çiyayên Agiriyê ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçar mabûn biterikînin.
Piştî bêencamayina berxwedana kurdan a li dijî îranê dewleta Îranê mafê paneberiyê da Îhsan Nûrî, kurên Huseyîn Paşayê kor, Eyup Axayê birayê Biroyê Hesikê Têlî û hinek kurdên din. Ew kurdên ku wek paneber hatin qebûlkirin kom bi kom ji hevûdu hatin cudakirin û li bajarên weke Tehran, Tebrîz û hwd. hatin belavkirin.
Belê, Serhildana Agiriyê serneketibû û bêencam mabû. Lê berxwedana hinek şervanan weke tîmên biçûk didomiya. Yê ku li gel biryar û israran derbasbûna milê Îranê red kiribû û biryara berdewamiya berxwedanê dabû yek jî Biroyê Hesikê Têlî bû.
Biroyê Hesikê Têlî yê ku serhildana Agirî dabû destpêkirin derbasî Îranê nebibû û berxwedana xwe didomand. Dewleta tirk û Îranê di nava hevkariyê de ji bo têkbirin û bidestxistina Biroyê Hesikê Têlî gelek defik û kemîn çêkirin lê biserneketin. Ji bo xapandina wî gelek dek û dolap afirandin û gelek wead pêşniyarkirin lê nekarîn Biroyê Hesikê Têlî bixapînin. Her carî Biro Axa defik û dek û dolab û kemînên wanên kirêt vala derxdist. Li gor hêz û derfetên xwe yên şer êrîş dibirin ser yekîneyên leşkerên tirk derbê giran li wan dixistin û demildest direviyan qadên xwe yên bi ewle… (didome)
ÇAVKANÎ: e-rojname – Mehmet Şahîn