AMED – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyek nivîskî çalakiyên Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li Amedê ên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê hatibûn lidarxistin eşkere kir. Yekîneyên Tolhildanê li navçeya Amedê Rezikê bi fîşekên hewayî rê girtin û çalakî lidarxistin.
Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:
Di 22’ê Gulanê li Amed navçeya Rezikê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet rê hatin girtin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Di dema çalakiyê de dijminê dagirker gule li Yekîneyên me reşandine, lê Yekîneyên me biewle ji herêmê derketine.