ÊLÎH – Ciwanên Êlîhê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî bi bombeya deng li hember dikana A101 pêk anî. Piştî çalakiyê ciwan li navenda bajar meş lidarxistin.
Ciwanên Êlîhê li dijî dikana A101 ku giredayî dewleta dagirker a tirk e çalakiyek bi bombeya deng lidarxist. Piştî çalakiyê bi sloganan li navenda bajar meş lidarxistin. Ciwanan daxuyakirin ku çalakiyên wan wê xurttir bidomin.