NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker her roj herî kêm 3 caran ji Amedê balafirên şer ên bi milyona pere radike û berbi Herêmên Parastina Medya ve dişine û bombebaran pêk tine. Di encamê de ziyanê digeheje bostan, baxçe û malên welatiyên herêmê û wek ku derbeyên giran li PKK’ê xistiye dide ragihandina xwe.
Wezîrê Parastina dewleta dagirker a tirk li ser hesabê xwe ê Twitterê hertim bi 4 hevokan û weneyên balafirên şer ên berê hatine kişandin daxuyanî dide raya giştî. Serçete Erdoğan piştî îstîfa Hulusi Akar pê da dayin û wî piştre kir Serokê Wezîreta Parastina Dewletê, ev daxuyaniyên bi vî rengî dikevin torên civakî.
Wezîreta Parastina Dewletê hertim bi wan hevokan nûçeyên ku armancên xwe xizmetkirina şerê taybet e wiha ye: “Noxteyên Rêxistina terorîzmê û dabeşker ya PKK wek mevziyên çekan, stargeh, kozik û depoya cebilxane hatin lêdan.”
Balkêşe ku medyaya çal ya dewleta dagirker ev wiha dide raya giştî “Derbeyên giran li PKK’ê xist” yan jî “Ji bo PKK’ê derbe”. Dîsa balkêşe ku di naveroka nûçeyan de tu agahî nine û bi mehan hema daxuyanî tê dayin.
Di milê din jî ji çavkaniyên herêmê agahî ku balafirên şer ên dewleta dagirker a tirk tenê bostan, baxçe û malên welatiyên herêmê nîşan digre û di encamê de jî di mehên dawî 5 welatî şehîd ketin. Heta niha gelek bostan, baxçe û malên welatiyan jî zirar ditin.