SILÊMANÎ – Endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Rojava Kurdistanê çûn serdana greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê didome.
Ev 163 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê didome û ciwanê bi navê Merwan Memduh Ozdemîr ev 11 rojin dest bi rojiya mirinê kiriye.
Merwan Memduh Ozdemîr ku ev 11 rojin di rojiya mirinê de ye pêşwaziya ciwanan kir.