RIHA – Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, ji bo kesên piştî şer û pevçûna ku di 18’ê Gulanê de li taxa Dêrto ya navçeya Xalfetî ya Rihayê pêk hatibû, hatibûn binçavkirin û di bin çavan de hatibûn îşkencekirin, bi daxwaza “Gihandina piştgiriya tibî ya serbixwe” bi koda ‘Lezgîn’ kampaya îmzeyan da destpêkirin.
Ji 47 kesên ku hatribûn biçavkirin 3 jê zarok bi giştî 19 kes piştî ku derketin dadgehê, hatin berdan. Lê duh li taxa Qosar a navçeya Hewagê ya Rihayê 4 kesên din hatin binçavkirin. Vegotinên parêzer û kesên hatin perdan û rapor û îfadeyên kesên binçavkirî yên dan meqamên edlî, îşkenceya di bin çavan de hatiye kirin îspat kirin.
Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe ya têkildarî miajrê de ev tişt got: “Angaştên pê bawer ku îşkence û memeleyên xerab li kesên di binçavan de hatiye kirin, hene. Ji 24’ê Gulanê ve 3 jê zarok 22 kes hatine berdan. Lê hê jî 25 kes li Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Rihayê di bin çavan de tên girtin. Van kesan di bin gefa îşkence û memeleyên xerab li wan were kirin de ne. Her wiha kesên hê di bin çavan de ne, divê pê re karibin xwe bigihînin piştgiriya tibî ya serbixwe.”
Rêxistina Efûyê hevdîtînên têkildarî mijarê kiriye û çavdêriyên xwe wiha parve kirin: “Li gorî agahiyên ku ji parêzerên hin kesên binçavkirî hatin wergirtin, li serê gelek kesên binçavkirî şopên birînan û li serçav, çîm û laşê wan morbûn û birîn hene. Parêzeran ragihand ku kêl avêtine ser hin kesan; lê gotin ku hîn nekirine wan kêla kîngê û çawa avêtine serê wan. Dîmenên hin kesan ên ku li Qereqola Cendırmeyan a Yaylakê ya Hewagê li erdê ser dev û rû hatibûn dirêjkirin û destê wan bi pişd ve hatibû kelepçekirî, di çapameniyê de cih girtibûn. Hin kesan ji parêzerên xwe re gotine ku karmendan bi pê serê wan kirine, gelek caran wan dane ber kulm û pihînan. Hat ragihandin ku hemû kesên li Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Rihayê di bin çavan de bûne, yek bi yek derbasî oedeyeke tarî hatine kirin û di pêvajoya lêpirsînê de li wanhatiye dayîn. Li gorî parêzeran çavên hin kesan hatiye girêdan, Elektrîkê dane û kulm avêtine organê zayendî yên 4 kesdan. Her wiha parêzeran got ku muwekîlê wan di şert û mercên veşarî û ewle de derdê xwe ki bijîjkan re negotine û polis jî bi wan re çûne cem bijîjkan. Hin kesan jî ji parêzerên xwe re gotine ku nehatine mieynekirin û bijîjkan li ber polisan tenê pirsa birînin wan hene tunene ji wan kirine.”
Kampanya bi koda ‘lezgîn’
Rêxistina Efûyê vê hişyariyê “Îşkence û zalimiya bi rêbazên mîna cezakirin û memeleya derveyî mirovahiyê û rûmet şikandinê, di hiqûqa navneteweyî û û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de bê îstisna qedexe ye” kir û bi koda “Lezgîn” kampanya îmzeyan da destpêkirin. Lînka kampanya îmzeyan a Rêxistina Efûyê da destpêkirin wiha ye: “https://acileylem.org.tr/eylem/onlarca-kisi-goezaltinda-iskence-tehdidi-altinda”