STENBOL – Dayika girtî Sîmanperî Akyildiz ev tişt got: “Em dayikên laçik spî ne. Hûn me binçav dikin, em aştiyê dixwazin, hûn me dikujin em aştiyê dixwazin. Ev der xaka me ye jî.”
Malbatên girtiyan ku zarokên wan ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, îro li rêxistina HDP’ê ya Bahçelîevlerê li hev kom bûn û daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Stenbol Zuleyha Gulum û gelek welatiyan jî piştgirî da çalakiyê. Daxuyaniyê dayika girtî Leyla Akdenîz ku di greva birçîbûnê de ye Sîmanperî Akyildiz xwend. Dayika Akyildiz balkişand ser mudaxaleya polisan a li dijî wan û wiha got: “Me qet guh neda derbkirina û binçavkirina polisan û çalakiyên xwe domand. Heta tecrîd ranebe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em li duh zarokên xwe biçin û li ber derê girtîgehan bin.”
‘EM Ê LI QADAN BIN’
Akyildiz qala diyaloxeke xwe û polisek kir û ragihand ku ji polisan re ev tişt gotiye: “Dinya bi qasî ku têra me hemûyan bike mezin e. Em dayik in. Hûn çima ewqas tundiyê li me dikin. Zarokên me di grevê de ne, kezeba me dişewite. Em ne ji bo seyranê ji bo zarokên xwe tên vir. Hûn çi dikin bikin em ê werin vir û hebûna xwe ya li qadan bidomînin.” Akyildiz vê bangê, ‘Hûn dengê me dayikan nabihîzin? Em dayikên laçik spî ne. Hûn me binçav dikin, em aştiyê dixwazin, hûn me dikujin em aştiyê dixwazin. Ev der xaka me ye jî.” li Serokkomar û Wezîrê Dadê kir.