DERSIM – Çalakiya rûniştinê HDP’a Dersimê ku ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li dar dixe, di roja 20’an de didome. Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de li Qada Seyîd Riza çalakiya rûniştinê li dar xistin. Ji xeynî xizmên girtiyan hevserokên HDP’a bajêr û gelek welatî jî tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de çalakgeran kitanênspî girêdan û pankarta li ser “Birçîbûn nakuje, bêdengî dikuje, deng bide jiyanê” nivîsandî hat vekirin. Hevserokê HDP’a Dersimê Hidir Çîçek, diyar kir ku heta daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bê qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.