SILÊMANIYE- Merwan Memduh Ozdemîr ku di rojiya mirinê de bû û çalakvanên greva birçîbûnê yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, li ser banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Merwan Mehmud Ozdemir di daxuyaniyê axivî û wiha got: “Peyama Serokatiyê îro hat parvekirin. Me Peyama Serok Apo baş nirxandiye. Armanca me şikandina tecrîdê ku ji sala 2015’an û beriya wê destpêkiribû. Armanca tercîdê tunekirina gelê Kurd bû. Serok Apo îro nîşanî hemû cîhanê da ku mirov bi berxwedanê dikare bigihîje armancê.
Heta ku daxwaza gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pêk neyên, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.
Îro çalakiya me bidawî bûye, ez hemû kesên ku destek dane, hemû dayikên laçik spîk silav dikim. Heta ku Serok Apo û Kurdistan azad nebe, dê têkoşîna me bidomîne.
Hemû hevalên ku di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim.”