AMED – Li ser banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê bi dawî bûn.
Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel, Dersim Dag, Mûrat Sarisaç û aktîvîst Sevcan Yaşar û Sedat Akin dawî li greva birçîbûnê anîn û rakirin nexweşxaneyê. Tedawiya berxwedêrên wê li Nexweşxaneya Memorialê bê kirin.
Ya ku destpêkê Akin pîroz kir, dayika wî Gulluşah Akin bû. Akin kurê xwe hembêz kir û got, “Serê kurê min bilind e.”