HEWLER – Nasir Yagiz ku 187 rojbûn di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger debû û Merwan Memduh Ozdemir ku 13 rojbûn di rojiya mirinê de bû, piştî ku li ser banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn, ji bo dermankirinê, birin nexweşxaneyê.
Nasir Yagiz, piştî ku li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê daxuyaniyek da û dawî li çalakiya xwe anî, ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Zanîngeha Hewlêrê.
Merwan Memduh Ozdemîr jî ku li Silêmaniyê di rojiya mirinê de bû, piştî daxuyaniya bidawîkirina çalakiya xwe, ji bo dermankirinê, birin Nexweşxaneya Royal.