ÊLIH – Sedat Akin ê 140 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, piştî peyama Rêberê Gelan Ocalan, rakirin nexweşxaneyê.
Sedat Akin ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê di 7’ê Çile de ketibûn greva birçîbûnê û piştî di 19’ê Sibatê de hat berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam kir, piştî peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 140’a de dawî li çalakiya xwe anî. Ewil dayika Akin Gulluşah Akin ew piroz kir û got: “Ez li hemberî kurê xwe serbilind im.” û kurê xwe hembêz kir. Piştî Akin dawî li çalakiye anî, Akin bi ambulansê rakirin nexweşxaneyek taybet a Amedê. Dema ambulans hat û Akin suyar kirin, dirûşmeyên “Bijî berxadana zindanan” berz kirin û Akin şandin Amedê. Bavê Akin Nihat Akin jî, ji bo refeqatiyê ligel krê xwe çû Amedê.