KOCAELÎ – Dayikên berxwedêran ên ji bo piştgiriyê bidin daxwazên zarokên xwe ji 9’ê Nîsanê de li pêş Girtîgeha Gebze nobetê digirin, bi peyama Ocalan a “dawî li çalakiyan bînin” kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ji Gebzeyê slavên xwe ji Îmraliyê re dişînin û wiha gotin: “Hevî û daxwaza me Azadiya Brêz Ocalan e. Heta Brêz Ocalan û hevalên li gel wî azad bibin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Dayikên ku ji 9’ê Nîsanê de bi armanca piştgirê bidin têkoşîn û çalakiya zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, li pêş Girtîgeha Gebze nobet digirtin, piştî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 22’ê Gulanê de bi parêzeran re hevdîtin kirin û bi rêya parêzeran xwest çalakî bi dawî bibin, li avahiya HDP’ê ya Gebzeyê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Dayikan, ewil li daxuyaniya parêzeran ku peyama Ocalan parve kirin bi baldarî guhdar kirin, piştre daxuyanuya li avahiya HDP’ê ya Amedê hat dayîn temaşe kirin. Dayikan piştî peyama ji Îmraliyê hat û xwest dawi li çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bê dirûşme berz kirin. Dayika Newroz Bozkurt ku li Gebzeyê di greva birçibûnê de bû, Sultan Bozkurt axivî û wiha got: “Hin caran em hatin binçavkirin. Hin caran em bi erdê re kaş kirin. Hin caran em rastî neheqiyên giran hatin. Lê tucarî me rest jê berneda. Em her dem wekî terorîst hatin îlankirin. Me bi şev û roj tevî hemû astengiyan nobeta xwe berdewam kir. Piştre nêzî 4 hezar mirov li girtîgehan dest bi grevê kirin. Tenê daxwazek zarokên me hebû. Daxwaza me û wan yek bûn.”
GER TECRÎD RANEBE ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOMIN
Bozkurt, anî ziman ku vê berxwedanê dilê wan dayikan jî êşand û wiha got: “Vê çalakiya ku zarokên me dest pê kirin dilê me jî şewitand. Polîsan li Gebze zilmek mezin li me kir. Heta bi temamî tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe têkoşîna me wê bidome. Ger ku tecrîd ranebe, tekoşîn û çalakiya me ji wê bidome.”
Daxuyaniya dayikan bi diruşmeyan bi dawî bû. Dayik piştre ji bo bimeşin Girtîgeha Tipa M a Gebze ji avahiya HDP’ê ya Gebzeyê ketin rê.
Dayik beriya biçin pêş Girtîgeha Gebze nerînên xwe yên der barê peyama Ocalan parve kirin. Sultan Bozkurt, diyar kir ku peyam û Slava Abdullah Ocalan ji bo wan gelek grîng e û wiha got: “Em li ser ser û çavan qebûl dikin. Em ji Gebzeyê silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Ger ku ew hebe em jî hene. Ew tune be em jî tune ne. Heta ew û hevalên li gel wî tev azad nebin em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
‘DAXWAZA ME AZADIYA WÎ YE’
Dayika Ozlem Soyler a 162 rojan li Gebzeyê ket grevê Hatice Soyler jî anî zian ku peyama wî ser seran û ser çavan û wiha got: “Em bi hembezan silav û rêzên xwe dişînin.”
Xwişka Selîm Çiftçî yê li Girtîgeha Tîpa L a Umraniye Selim Çiftçî, Cemile Çiftçi jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Em ji Brêz Abdullah Ocalan re pir spas dikin. Em hevî dikin ku Brêz Abdullah Ocalan demek berî demekê bigêje azadiya xwe.”
Dayika Nihat Ekmez ê li Şakranê girtî ye Fehime Ekmez jî anî ziman ku ev serkeftin serkeftina zarokên wan e jî û wiha got: Em silav dikin. Em çavê Abdullah Ocalan maç dikin. Em ji niha û şûnde jî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Dayika Hatice Calihan Zeynep Calihan jî anî ziman ku silava Ocalan ser ser û çavan û wiha got: “Hevditina bi Ocalan re û dawîlêhatina çalakiyan em kêfxweş kirin. Em hevî dikin ku demek berî demekê hemû azad bibin.”