MÊRDÎN – 5 berxwedêrên piştî hatin berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malên xwe yên li Qoser û Dêrikê berdewam dikirin, piştî çalakiya xwe bi dawî kirin, bi ambûlansan sewqî Amedê hatin kirin.
5 berxwedêrên greva birçîbûnê, Gurbet Ektîren, Mahsûm Şen, Mûrat Aksîn, Ahmet Ongun û Halef Yîgît ên di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştî hatin berdan li malên xwe yên li navçeyên Qoser û Dêrik ên Mêrdînê dewam dikirin, piştî peyamên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtîgehan hatin ragihandin, dawî li çalakiyên xwe anîn. Berxwedêrên piştî dawî li greva xwe ya birçîbûnê anîn, ambûlans hatin ber malên wan û bi alîkariya xizmên xwe û ekîbên tenduristiyê li ambûlansan hatin siwarkirin. Berxwedêran bi berzkirina tilîlî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” li embûlansan hatin siwar kirin.
‘BERXWEDAN JIYANE’
Halef Yîgît ê li Qoserê 142 rojin di greva birçîbûnê de, berî li ambûlansê bê siwarkirin, diyar kir ku ew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û got: “Me îro keyfxweşiyek mezin jiya. Ez hêvî dikim ku emê bi vê warî û biryardariyê azadiya gelê Kurdistanê jî pêk bînin. Berxwedan jiyane.”
‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
Ektîren, Şen û Aksîn ê li Derikê çalakiya xwe dewam dikirin, li heman malê hatin gel hev û bi hevre li ambûlansan siwar bûn. Ektîren berî li ambûlansê siwar bibe, anî ziman ku çalakiya xwe encam girt û wiha axivî: “Emê têkoşîna xwe dewam bikin. Bi taybetî ez dayikan ji ber têkoşîna wan silav dikim. Dêrikiyan her sê çalager bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeyan ber bi Amedê ve oxur kirin.