TORONTO – Ji bo rakirina tecrîdê li bajarê Toronto yê Kanadayê Yûsûf Îba 138 roj in di greva birçîbûnê de bû.
Piştî peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê hatin bidawîkirin. Îba yê ku ji bo rakirina tecrîdê 138 roj in di greva birçîbûnê de ye, çalakiya xwe bi dawî kir û ew rakirin nexweşxaneyê.
Îba piştî peyama parêzerên Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Îba bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û ew ê tedawî bibe.