AMED – Yekineyên Tolhildanê yê girêdayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bîlançoya hefteyekî ya ku li Amed navçeya Farqîn’ê pêkanîne eşkere kir.
Berfirehiya daxuyaniya Yekîneya Tolhildana DGH’ê wiha ye:
Di 20 Gulanê di seatên şevê 00:30 de li taxa Ferîdun li dijî alayekî leşkeran ji aliyê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Baran Mawa û Şehîd Şervan Partîzan ve bi bombeya deng hate xistin. Piştê çalakiya li dijî kulubeya nobetê leşkeran derdorê serûber gule kirin.
Di 23’ê Gulanê li taxa Rezanê Yekineyên Tolhildana Şehîd Soro Farqîn û Şehîd Çekdar Farqîn li dijî firoşgerên hêşbirê çalakiyekî bi bombeya dengê li dar xistin. Piştê çalakiyê polîsên Tirk tax xistin bin dorpêçê.
Di 25 Gulanê di seatên şevê 10:00 de li taxa Rezan Yekîneyên Tolhildana Şehîd Baran Mawa û Şehîd Şervan Partîzan li dijî wesayîtekî zirxî ya tîpa Ural ya ku dewriye digeriya bi bombeya deng çalakî pêk anîn.
Di 25 Gulanê di seatên şevê 21:30 de li taxa Rezan li dijî wesayîtên tîpa kobra û tîpa ejder ya zirxî çalakiyekî sabotajê pêk hat. Di encama vê çalakiyê de polîsên Tirk a dagirker tax xistin bin dorpêçê.