WAN – Mûrat Gunduç ku ket Çemê Donemeçê yê Payîzavayê, bi avê re çû û winda bû. Li gel ku bi ser bûyerê re 20 saet derbas bûye jî hê Gunduç nehatiye dîtin.
Li gundê Mêjingir ê navçeya Payîzavayê ya Wanê ciwanê bi navê Mûrat Gunduc (17) bi avê re çû û winda bû. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, Gunduç û komeke hevalên xwe ji bo girtina mesiyan çûne Çemê Donemeçê. Gunduç girtina dema masî ketiye çem û bi avê re çûye. Hevalên Gunduç hewl didin ku Gunduç rizgar bikin lê nikatin ew rizgar bikin û agahî didin Rewşa Lezgîn û Bobelatê (AFAD). Li ser vê yekê komên AFAD’ê sewqî cihê bûyerê tên kirin û xebat didin destpêkirin. Lê li gel xebatan jî duh cenazeyê Gunduç nehat dîtin û îro careke din ji bo dîtina cenazeyê Gunduç xebat dan destpêkirin. Lê cenazeyê Gunduç hê jî neyatiye dîtin.